08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Minê digo: „Ezê rabim, bang bikim heval û hogir û hemşeriyan‟

Bila herin, xelkê delal vegerînin bi kêf û eşq û laqirdiyan‟

Bila Xwedê teala biqedîne miradê

mirad xwazan û dilketiyan

Bila miradê min Xirabê min bimîne heya

koçerên me vegeriyan ji deşta Mûşê rûnin akinciyan

Xirabo, dîno, Xirabê xelkê

Te bejn ziravo, bi terha benikê

Dilkê min û bejna zirav di hev de hebû

çi kul, ku ketiye mala xelkê

Xirabo, dîno, mala bavê keleşgewra min li wê çivê, li wê ewcê, li wê fitlekê

Te meşqazê, meşqetikê, meşordekê

Heçiyê xortê ku bi çavê xwe dî û bi dilê xwe zewicî, ewê sê roj û sê şevê xwe

kuştine ji dinyayê, ji qoce felekê

Xirabo, dîno bila li te be, li wî dilî

Bila li mala hezar û heft sed bavê te be, li wê aqilî

Çawa te dev ji min kihêla serê tewla berda

Tu li bergîla şixulê Rişmiliya û Qibaliya dihesilî.

Min ji te re negot: „ Di meha biharê de‟

„bergila(bergira) li şûna kihêlan netewilîn‟

Li xuşka mezin binêr, dû re xuşka biçûk ji xwe re werîne

Lawiko, dîno ezê çi bikim? Sala vê salê

Ez bi mêr im, tu bi jin î

Kul û kederên te gelek in, şax berdan vî dilî

Kul û kederan ji bîr nakim, heya axa mezelan kêlêd kevirî

Kul u kederên te pir bûne, tucar dernakevin ji vî dilî

Xelkê digo: „Keleşgewra te esmer e û genim guwîn e‟

Bi xelkê tahl e û bi nefsa min şêrîn e

Tu rabe, serê xwe di kulek û şibakê Qesrê re derxîne

Bila sira bayê Qerejdaxê li ser şê biskê te êşê xîne

Bi ser hinarkê rûkê rastê te vegerîne

Ez dikim herim welatê xerîb û xurbetê,

Tu kanî ramîsanekê bi min dî, ji bona boxaza qirikê, ji xan û manê gerdanê

Bila kedera ramîsanê te keçikê li welatê xerîb û xurbetê di dilê min de nemîne

wexta ezraîl dakeve rûhê min bistîne

Wê gavê bila duwanzdeh mikweta zêde heqê min li min xîn e

Bila ramîsanê keleşgewra min ji min hilîne

Xirabo, xirabo, xirabo! Wey li minê Wey li minê, Wey li minê, çawa îro hatiye

cewaba nexêr e, ji min keçikê re

741

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!