08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

De destê min ji mîrê Paloyê vekir,

Xatûn Kejê dibêje.

Erê saliya lawo, min kir min kir,

Min destê te ji mîrê Paloyê vekir.

Dê hêla bi çengel kê sor Kejê

Bigire û birevîn e,

Û bibê ba Mihmed axa li Diyarbekir.

Gava Kejê wa gotiye,

Saliyê Naso bi çengelkê Xatun,

Kejê girt û sîwar kiriye.

Saliyê Naso dibêjê;

Erê Kejê, tu her li nav Hirîma,

Kejê li nav zariya.

Û ez ê herim koçkêka xirabê.

Axayê giran di gel min çiye?

Xatun Kejê bi cihê Hirîma û

Zariya ve çûye.

Saliyê Naso li derê koçkê sekiniye,

Silavekî bi xêr li Mihemed axa wê kiriye.

Mihemed axa dibêje;

Erê saliya tu bi xêr hatî,

li serserî ye hatî,

belê ka bo min bêje şûlê

Axayê giran digel min çiye?

Saliyê Neso dibêje;

Erê Mihmed axa, şûlekî mezine

Û qewimîtiye.

Her du kûrên te mîrê Paloyê min kuştiye.

Min Xatun Kejê ji canê xwe re revandiye,

Min wê qesda Xwedê û qesda mala

te kiriye.

Mihemed axa dibêje;

Erê saliyê Naso, weyê sed carî weyê;

Berf û baran lê kir digel vê bayê.

Mîrê Paloyê biraz e, û zûlm e,

li dinya yê.

37

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!