08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Sebeb?

Sebeb, ji xwe re dikirin qedexe yanî. Digotin qedexe ye, em ditirsin. Evana

tirsyan pîlaq çênekirin. Li vir Seyidxanê Boyaxçî heye, min ji wî bi xwe re jî got,

wî got welleh ez nayêm pîlaq çênakim.

Di der heqê te de qet mehkeme hat vekirin?

Carekê tenê ez dam mehkemê. Ew jî ez hatibûm şîkayetkirin. Sawcî gazî min kir,

ez çûm cem wî, got tu çima Kurdî dixwînî, min hot Kurdî zimanê dayika min e,

got careke dinê nexwîne filan û bêvan, min got pekî ez naxwînim, lê belê

derketim û çûm min dîsa bi Kurdî got.

Pîlaqên te yên ewil teqrîben çi qas hat firotin?

Ez karim ewha bibêjim, sala 1966‟an bû rojnameya Hurrîyetê wê çaxê di rûpela

pêşî de ji boyî min berdabû, rûpela paşî jî ji bo Zekî Muren berdabû, tiştê ku

niha di bîra min de ye ev e, di der heqê min de ewha nivîsandibûn, sernivîs ewha

bû “li Tirkiyeyê, li Îstenbolê, li taxa Kagithaneyê bi qamyonan pîlaqên Kurdî ji

ordiya Berzanî re tên sewqkirin”, piştî hîngê jî digot “pîlaqa Heyla Siwaro rojê

deh caran ji aliyê ordiya Berzaî ve tê lêxistin. Li gor agahiyên ku me ji

pîlaqfiroşan girt, pîlaqên Mehmûd Kizil ji pîlaqên Zekî Muren bêtir tên firotin.”

Îja ji vî şeklî ku digotin, îja min ji wan pirsî, gotin em karin bibêjin pîlaqên Tirkî

li hember pîlaqên te bi ser neketine, ew qas nehatine firotin, yên te ji yên wan

bêtir hatine firotin. Pîlaqa Mûsa Mere û Cembelî ji ber ku nû bûn pir hatin

firotanê, ya Ezîzoglî, Îbo Begê Pasûrî, Werî Bêmal pir hatin firotanê. Min li ser

Almanyayê pîlaqek çêkiribû navê wê Almanya bû, ew û Garisê Feqîra pir hatin

firotanê.

Wê demê tu li Îstenbolê zehf ma?

Erê, ez nêzîkî deh salan li wir mam. Ez wê demê diçûm welêt û vedigeryam

Îstenbolê. Heta 1978‟an jî li wir bûm, bi pişt re bi temamî vegeryam Amedê.

Dema ez li Îstenbolê bûm min û yekî me di sala 1968‟an de fîrmayeke muzîkê

ava kir, navê wê “Dîcle Pilak” bû. Şirîkê min Kurd bû, ji Siwêrekê bû. Şîrketa

me heta sala 1975‟an ajot. Bi pişt re min bi serê xwe şîrketek ava kir. Di sala

1974‟an de jî di zemanê Ecevît û Erbakan de dema koalîsyon çêkirin, min li ser

parlamenterên me li ser navê şîrketa xwe pîlaqa “Wekîlên Me” û pîlaqa “Garisê

Feqîra” çêkir.

Di nav malbatê de yên wek te dengbêjiyê dikin hene?

Na, nîn e. Lê tenê pismamekî diya min hebû, jê re digotin Eliyê Dengbêj an Sofî

Elî, li Qereqoçê dima, ewiya dengbêjekî bi hêlemêr bû, ew Sidîq (Sidîqê

Qarlîowa) wan temam li ber destê wî hîn bûbûn.

Gava te hê nû dest bi dengbêji kir bêtir tesîra kê li ser te çêbû?

Pêşî tesîra bavê min li ser min çêbû, bi pişt re jî tesîra pismamê diya min Sofî Elî

li ser min çêbû. Kelamên Sofî Elî yek heb jî ne hîn bûme û ne jî min gotiye. Ji

ber çi, ji ber ku min dest bi çêkirina kelaman kir, çewa ez çûme ji bo çêkirina

pîlaqan û wirde min tavilê dest bi çêkirina kelaman kir. Ya duduya; mesela

165

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!