08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

813-HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMEND

KEMALÊ AMEDÎ RE

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Dengê min û yê Şivan Perwer dişibe hev, ku ev ji bo min hem şans û hem jî

bêşansiyek e. Belê dengê min dişibe Şivan û ev ji bo min

serbilindiyek e.

Tu ji kerema xwe re dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Dê û bavê min Amedî ne. Ez jî di sala 1978‟an de li

Amedê, li taxa Reza (Baxlera) ji diya xwe bûme. Min

dibistana destpêkî û ya navîn li Amedê xwend. Navê min ê

rasteqîn Kemal Yaman e. Ji heft salan zêdetir e ku li

Enqerê dijîm.

Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Ez hê 12-13 salî bûm mijûlahiya min a bi muzîkê re dest pê kir. Ez ji biçûkatiya

xwe û virde ye guhdariya hostayê xwe yê mezin Şivan Perwer dikim. Ez

gihîştime vî temenê xwe lê dîsa jî fanatîkê Şivan Perwer im.

Çend albumên te hene û te wan li ku û bi çi awayî çêkir?

Min pêşî li ba xoceyê xwe yê berketî Oktay Daniş xwe da perwerdekirin û bi

pişt re sala 2000‟î li Îstenbolê di bin produktoriya Sîlvana Plakê de albuma xwe

ya yekemîn “Rojek Min Dî” çêkir. Piştî navbireke qasî pênc salan, min di sala

2005‟an de albuma xwe ya duwemîn “Ez Heval im” çêkir. Produktoriya albuma

min a duwemîn “Mozaîk Plak”ê hilda ser xwe.

Te di albumên xwe de stranên Tirkî xwend?

Na, min qet stranên Tirkî nexwend. Ji ber ku zimanê min ê maderî Kurdî ye min

di albumên xwe de stranên Kurdî xwend. Piştî vê jî ez ê di hemû albumên xwe

de stranên Kurmancî û Zazakî bixwînim. Lewre ez Kurd im, zimanê Kurdî ji bo

min rûmeta herî mezin e û bi Kurdî dikarim bi her awayî xwe hê çêtir îfade

bikim. Min li tu konser, şevên şahiyan an cihên ku lê derdiketim ser dikê stranên

Tirkî nexwend. Sedema vê ne helwesteke qestî ye û ez ne li dijî zimanê Tirkî me.

Belkî di demên bê de straneke Tirkî bixwînim.

Hin mêvanên ku tên guhdariya min dikin di mijara Tirkî de pir caran li min

rexneyan digirin. Evana ji gotinên stranên ku ez dixwînim fêm nakin lê bi

kêfxweşî guhdariya min dikin. Carna ji min daxwaz dikin ku stranên Tirkî

bixwînim, ez wan daxwaziyan naynim cih lê vokalîsta min wan daxwazan tîne

cih. Bi min hunermendek xwediyê çi sekn û helwestê be divê bi wî awayî jî

xîtabê hezkiriyên xwe bike.

Ji bo albumeke nû xebatên te hene?

Roj her ku bibuhurin ez dibim xwediyê zanîn û tecrubeyên mezin. Ez bawer

dikim bi saya zanîn û tecrubeyên xwe di demên pêş de xebatên hê çêtir derxim

43

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!