08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

M. Arif Cizîrî li havîna sala 1912 an li navenda Botan(bajarê Cizîrê) li taxa Mîr

Elî hatiye dinya ye. Ji aliya dewlemendiya Kultur û taybetmendiyên netewî

herêma Botan di Kurdistanê de xwedî cihek taybete û heta mirov dikare bêje

deryakî bê ser û bine ji taybetmendiyên netewek dêrîn û zêdetir ji 4 hezar salye

wir jiyan dest pêkiriye. Bi taybet di warê dewlemendiya stran folklorê de her

gundekî Botanê mîna kaniyekê ji dewlemendiya ziman, çand û folklorê Kurdî ye.

Her wiha di dîroka siyasiya netewa Kurd de ji Cizîra Botan yekemîn paytextê

dewleta Kurdistanê di çaxa mîrê Botan, Mîr Bedirxan Begê mezin de ye.

M. Arif Cizîrî di ciyekî wiha de hat dinê.Wek xûyaye sala ji dayik bûna

hunermendê nemir M. Arif Cizîrî hevçax bi wan salên reş ku qirkirina cîranên

kevnarên Kurdan(yanî Ermenî) ji aliyê desthilatdariya Osmaniyan ve dest

pêkiriye.Bêhna qirkirin û kuştina mirovan li her dera cihna Ermeniyan tesîreka

pir giran li ser his û ramanên zarokan hişt û heya roja ku xatir ji jiyanê jî xwest,

ew bîranînên talên zarokatiya xwe ji bîr nekirin.

Bi giştî dest pêka jiyana M. Arif Cizîrî bi van sê bûyerên jêr re hevçerxe:

1. Şerê cîhanê yê yekemîn(1914-18)

2. Jenosîd û qirkirina Ermeniyan(1908 heya 1915)

3. Hilweşîna împaratoriya Osmaniyan û çar perçe kirina Kurdistanê.(1915 S.

Pîko û 1923 Lozan)

Tengasiyên aborî, xela û çend bîranînên M. Arif Cizîrî:

Van sê bûyerên navbirî rewşa jiyanê ji her alî ve xistibûn nava tengasiyên dijwar.

Di vê navê de bi taybetî destpêkirina şerê malwerankerê cîhanê yê yekemîn

jiyana gel bi giştî tevlihev kir.

Van bûyerên tal û dijwar M. Arif ku teze çavên xwe bi ronaya jiyana cîhanê

vekiribûn, pir êşandin û heya roja ku li ser rûyê dinê bû bi xemberî behsa jiana

wan rojên nexweş û reş dikir. M. Arif Cizîrî ku xwediyê malbetek bi rûmet

mezin bû, her roj dîmenên dilşewat di koçe û kolanên Cizîra Botan de bi çavên

xwe di dîtin. Wek dibêjin bûyarên zarokatiyê qet ji bîr naçin û xuyayê M. Arif

Cizîrî hest nêzîkî û zarok jî qet ew roj ji bîr nekirin. Ew heya roja ku mir jî ew

rojên ku çend zilaman ji bona xwarina goştê pisik, kuçik an jî her heywanekê

din ku dîti bû, hev û din perçiqandin û hev û din ji bo têrkirina zikê xwe bi zanin

û an nezanîn kuştin. Êdî pisikên nava mal û kolanên Cîzîrê bi bûn xwarina gelek

kesan. Nexweşiyên cur be cur her dera welat girtî bûn ber xwe, tu rojek nebû ku

M. Arif Cizîrî nûgehştî termê çend miriyên bêkes û bêxwedî di kolanên bajarê

xwe de nebîne. Rewşa li gundan hê jî kambaxtir bû û şerpeziyên jiyanatijî asteng,

êdî hemû sînor derbas kiribûn. M. Arif Cizîrî nemir her tim digot û bêjên xwe de

bi xemgînî behsa keçek 4 -5 salî dike ku li kolanek bajarê Cîzîrê dema mûjilî

xwarina kerek nanê hişik û reqe bûye, li jêr dest û piyên heft- heyşt zilamên birçî

hatiye perçiqandin û kes bi kuştina keçikê ne tenê hişyar nebûye, belkî ji bo

xwarina wî kere nanê hişk hev û din jî kuştine.

M. Arif Cizîrî ew roja ku bavê wî yê dilovan ji bo zarokên xwe, bi dehan jî

mêrxas û egîdên Cîzîra Botan re bi darê zorê ber bi êniya şer dişandin herêmên

dûr ji welatê wan, qet ji bîrnekirin.

265

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!