08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

kur û pênc keçên wî Tehsîn di hinek warên civakî û hunerî de, xwedîyê

taybetmendiyên cudaye. Tehsîn ji zarokatiyê li ser ava " Kanîya Mala "(1) bi

hevalên xwe re dilîst û hertim bi dengekî bilind ji wan re distirî. Dengê wî ji

zarokatiyê bala xelkê dikişand ser xwe, lê kesî nedizanî ku ev deng yê rojekê di

nava hemû Kurdan de bê hezkirin û belavî her cihekî bibe. Ji salên 1960an û

pêde Tehsîn Teha bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê hunerî kir. Di

destpêkê de bi karê şanogeriyê(lîstikvanî û sinaryonivîsandinê) derket pêşberî

gel. Lê tenê bi karê şanoyê têhnatiya wî ya ji bo hunerê nedişikiya û dîsan jî

vegerî ser dengê xwe û xwest bi stirînê vî karê ku hemû evîna wî bû, bidomîne.

Gehştina bi vê xweziyê di wî çaxî de karekî wiha hêsan nebû. Sedemên olî,

paşverûtiyên civakî, taybetmendîyên dijwarên serdema feodalîzimê, astengên bi

kelem bûn li ber piyên wî ."Mitrib" peyvek çewt û nîşana sivikatîyê bû ku

piraniya xelkê heta ji hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan,

Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek û ...yên din re jî digotin.

Ji xeynî vî derdê giran ku huner û dengê gelek keç û xortên Kurd di gewrî(qirik)

û singê wan de fetisandibû, bindestiya Kurdistanê serbarê hemû derdan bû.

Evîna Tehsîn ya ji bo doza Kurdistanê tiştekî eşkere û sirûştî bû, lê ewê çawa vê

evînê bike evîneke zindî û ji nava dilê xwe derxîne û bide kifşkirin?! Ewê çawa

vê evînê bi gelê xwe re parve bike? ...û gelek pirsên din xwe li ber çavên Tehsîn

ciwan û armancdar dan xûyanîkirin. Tehsîn pir fikirî ku çawa dest bi karekî nû

bike ku hunermendên beriya wî nekirine!!. Ji bona wê jî hêz da xwe û çendîn

caran ji xwe re wiha got:" Destpêka her karekî dijware, lê ezê sinorê vî a´detê

kevin bişkênim û van perdeyên reş biçirînim...".

Tehsîn Teha bi helbesta nû ku bi navê "helbesta Îro" jî dihat naskirin, dest bi "

Strana Kurdî ya Nû " kir. Ev bizavek nû bû ku bi taybetî di nava nivşê nû (çîna

ciwanan) de bi germî hat pêşwazîkirin. Gelek kesan xwestin di destpêka vî karê

nû de vê " sonnetşikênî" ya Tehsîn Teha mîna guneh an jî tawanek mezin di

nava gel de bidin nasandin, lê heza piraniya ciwanên Kurd yên ji hemû deverên

başûrê Kurdistanê, zû dijberên hunera wî ya nûjen bêdeng kirin. Pîvana gel ji bo

wî pîrozîyeke mezin bû. Tehsîn Teha di hêrêma Behdînan de yekemîn kes bû ku

bi awayekî nûjen strana Kurdî ya nû bi awazên nû da destpêkirin.

Ev jî karekî girîng bû. Ji ber ku hertim kesê ku karekî nû dike, ew kar li ser navê

wî tê tomar kirin. Nemir Şemal Sayîb li herêma Soran û Tehsîn Teha li herêma

Behdînan ya başûrê

Kurdistanê wek serkêşên ve destpêka dîrokî tên naskirin.

Mesajên siyasî û heza Kurdistanê di stranên Tehsîn Teha de

Ji bo ciwanekî nûkar yê mîna Tehsîn Teha, pirsgirêk tenê xwîndina strana nû

nebû, ji wê girîngtir xwezîya wî ew bû ku bi rêya vê stranê evîn û mejiyê gel jî

hinekî bilivîne û ramanên nû têde biafirîne. Hêza ciwanên Kurd bêxe liv û lebatê

ku li hemberî asîmîlasyon û neteweperestiya dijwara e´rebên Beesî pêngavekê

642

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!