08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

nedewlemendiya xwe jî, malbata me her dem alîkariyê bi gundî-cînar û derdorê

re dikir. Xwedê heye, malbateke dihate hezkirin û ecibandin...

Li gor zanîna min, tu jî li heman gundî hatî dinyayê û mezin bûyî… Ê baş e te

xwend?

Rast e; ez jî li Titinê hatim dinyayê û zarokatiya xwe, min li wê derê derbas kir.

Ez û xwişka min, me xwe li dibistana gund qeyd kir. Tu dizanî; li cem me wê

demê kêm kesan keçên xwe dişandin dibistanê. Niha, rewş pariyek baştir e.

Xweha min, piştî pola (sinifa) pêncan nexwend. Mixabin min jî her wisa…

Malbata te taybetmendiyên “teqwa” di hindûrê xwe de dihewîne. Meletiya

bapîrê te, faktoreka girîng e. Nêrîna malbata te ku xwed iyê taybetmendiyên bi vî

rengî ye; bo muzîk û hunerê çawa bû? Bo nimûne reaksiyon ango bertek nîşanî

te didan an na?

Ez nikarim bibêjim ku min reaksiyonên neyînî distandin. Lê ez nebûm şahida

piştgirîyê jî. Birayê min Çiya jî, wek min kesayetiyeke hunermend e. Em bi

salan bi hev re xebitîn û dixebitin. Di heman demê de ew baş li erbanê jî dide.

Dema ku em li gund bûn; li dawetan, bi dengê xwe hunera xwe pêk dianî. Di

daweta xwe de jî, wî li erbanê xistiye.

Dema ku ew zewiciye, ez 6- 7 salî bûme. Belkî jî berxwedana wî ya hunerê û hê

di temenekî zarokî de çûna min a li pey wî û gotina min a kilam û stranan, rê li

reaksiyonên malbata min û hawirdorê girtiye.

Wê demê em dikarin vê yekê bibêjin; hê tu zarok bûyî te bi Çiya re; -em nebêjin

“toza sehneyan”- “toza dîlan û dawetan” daqurtandiye…

Siheta te xweş!.. Belê. Eynî wisa ye.

Em carekê din bizivirin zarokatiya te. Te li meydana gund, di nav toz û telazê de

dimirmirand ango bi dengekî bilind te kilam û stran digotin gelo?

Tu van pirsan ji ku peyda dikî? (dikene, paşê berdewam dike) Çawa min nedigot?

Kîjan zarok nabêje? Dema ku elektrîk hatibû gundê me tê bîra min. Beriya

elektrîkê, lembeyên me yên donê hebûn. Piştî elektrîkê, du-sê televîzyon li gund

çêbûn. Malbata min jî televizyonek sitand. Me bi yek carî jîyaneke cihêreng

naskir. Ew zarokên ku heta doh jî di bin ronahiya lemba donê de govend

digerandin, dileyîstin û stranan digotin; êdî ji ber televîzyonê ranedibûn! Di wê

demê de, me hunermendên wekî Sîbel Can, Hulya Avşar û Belkis Akkale nas kir.

Çend dengên ku me wan ji kasetan nas dikir, me êdî di televîzyonan de jî didît.

Me zûtir, dest bi jiberkirina stranên van hunermendan kir.

418

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!