08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Ere hey lê hey lê hey le

Hey lê hey lê hey lê hey la axao

Emînê dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê

Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb

Em ê çawa bikin li min û li te çavrijyayê

Kula li serê sibê bi sê kula be

Bikeve derê mala Smaîlê Biro

Bekçiyê Bismîlê sê pa Emînê Zînê

Îro xeber dane Qereqolê Ferqînê

Giran e Yedincî Qolordiya Diyarbekirê

Esker giran e ketiye Newala Qeremûsê

Kanîka Temo, Aşê Reşo, Starê Şêx Mihemed

Hestê pişta Qoca heta dora Hilêliyê

Li ser peyayê mala bavê min rebenê

Ji xew girtine şargah û kemînê

Ez bala xwe didemê Xelîlê Mala Nasir

Peyayekî delodîn ê çavbixwîn e

Bi orta tvingê digere

Ji destê cendrmekî dertîne

Bi sê denga li Elî û li Mamê dikir gazî

Dibê bi sê qeseman

Erke ne ji vî eskerê giran be

Îro çara we ji destê me tunîne

Peyayê mala bavê min rebenê

Tu car tan û niçan li xwe nedîne

Bi sê denga li Xelîlê Mala Nasir dikir gazî

Dibê, lawo terş û talanên bavê we

Li pêşiya me tunîne

Destê xwe davêje qeyişa tivingê

Ji milan tîne

Dûrebînê li ber çavên xwe diedilîne

Derbeke davêje bejn û bala

Xelîlê Mala Nasir

Bi şûşa dûrebînê kosteka seata zîvîn e

Derbeke lê dixe şûşa dûrebînê

Ji ber çavê wî difirîne

Kosteka seata zîvîn e lê dixe û difirîne

Heya saqa cizmê

Di nava xwîna sor de dixemlîne

552

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!