08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Firat Cewerî: Gava ku ez behsa nuhîtiyê û derketineka nû dikim, ji aliyê

siyasî wêdetir, armanca min mûzîk e, dengbêji ye, hunermendî ye. Bi ya

min di warê hunermendiyê de tu dengekî nû bû yî, te hin tiştên nû, hin

awazên nû anîn nav mûzîka kurdî...

Şivan: Belê, gelê kurd tijî bû, her çiqas gelê kurd ji rastiya xwe qetyabû jî, dîsan

ew li rastiya xwe digeriya. Rastiya xwe wenda kiribû, lê, lê digeriya. Çawa gava

ku volkaneke binê redê re dibîne, dibêje teq û diteqe, gelê kurd jî wilo li riyekê

digeriya ku biteq e.

Firat Cewerî: Yanî Şivan aşqa me, evîna me hemiya dianî zimên.......

Baksî: Rast e, kesî ji me newêrîbû ji keçekê re bigota ez ji te hez dikime. Bi

salan me newêrî bû ji keçekê re bigota em ji te hez dikin. Em ditirsiyan, me

digot gelo em ê ji wê keçê re bibêjin, em ji te hez dikin, ew ê li me bixe, wê

çavên me derxe, bi kurtî em tirsonek bûn. Şivan rabû bi dengekî bilind ji keçikê

re got ez ji te hez dikim. Gava ku keçikê ji Şiven re got ez jî ji tye hez dikim, êdî

ew şermîtî ji ser rûyê me jî rabû û me jî got em ji te hez dikin.

Firat Cewerî: Ez navê te meraq dikim, Ez dizanim ku dê û bavê te ”Şivan”

li te nekirine û navê şivan û gavan di civaka kurdan de sifetên biçûk kirinê

ne. Te çima û bi çi armancê navê Şivan li xwe kir? gelo ji bo te naverok,

armanc û maneya vê gotinê çi ye?

Şivan: Niha, navên kurdî bêtir ji erebî tên. Ew jî ji ber tesîra Îslamê ye. Di

malbata me de navên hindik kesan bi kurdî ne. Ew jî bêhemdî bûye. Mesela zînê

ye, Zerê ye, Xezal e. Navê xaltîkeke min zînê ye, navê yekê Zerê ye. Navê

pîrka min Sitî yê. Navê diya min Xezal e. Ev nav jî hemû kurdî ne. Ev navên ha

ne ku bizanebûn li wan hatine kirin ew ji tradisyona kurdî tên, loma jî wan li

xwe kirine. Herçî navê min e, bavê min hê bi zarokatî ji min re digot şivanê min.

Gava bavê min xwestiye vî navî resmî li min bike, jê re gotine ”bu ne biçim îsim?

Ya bikin çoban ya jî em vî navî nanivsînin.

Firat Cewerî: Yanî bavê xwastiye navê navê Şivan li te bike?

Şivan belê, belê wan qebûl nekirine. Gava ku min dest bi strana kir jî ji min

pirsîn gotin navê te çi ye? Min got Şivan. Wan dîsa gotin ev çi nav e, ka em

bikin Çoban. Ev hê di destpêka salên min yên lîsê xelas kir û min dest bi

unîversîtê kir hevalan ji min re digotin, ka em ji te re navekî bibînin. Min got,

bavo navê min Şivan e. Lê hinekan jî bi min re digotin Aşik Çoban.

Firat Cewerî: Li Tirkiye yê tradisyona Aşikan jî heye. Aşik Veysel heye ku

di dîroka Aşikan de xwediyê ciyekî taybetî ye. Aşik Îhsan hebû. Aşik

605

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!