08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Li eskerê Roma reş bireqînin

Belkî heyfa Smail begê,

Kekê Helef begî;

Apê Tahîr begî,

Ji wan teresê Romiya hilînin.

Oy, lo Mîro ferman e;

Fermana serê Mîrê min giran e.

Min dî Smail begî bi sê denga ban dikir,

Helef begî, Xwedê hebîna,

Mi ji te re ne go tu ê wiha ne kî,

Tu rabî bana milê kî,

Bila kaxitekê binivîsê,

Tu ê bidi destê xulêm;

Bila berê xwe bidî cem mala Heco axa,

Bila komek giran li wê derê bicivînê,

Bila şevkê bêne Dêrîzbîna xopan

mêwandarî ne;

A dinê şevê li qesra kefir Hewara şewitî,

Li Birca Belek dawetlî ne;

Bi çeplê wan bigirê,

Wan li sûka Qeyseryan bigerînê,

Bila binêrin ji gowdan bê serî ne,

Hemî kûçikê M………serbikesk in,

Aliya şêxanî ne,

Dilê wan reş e,

Nava wan wek tenî ne,

Sed adaniyê Xwedê li canê min keti be,

Ezê koka teresê wan M……

ji binî de biqelînim.

685

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!