08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

405-TAHSÎN TAHA (1941- 1995)

Tesîn Taha, di jiyana Muzîka Kurdî de rûpelek nû vekir.

Di dîroka welatê me yê bindest û dagir kirî gelek kes hene ku navê wan bi tîpên

zêrîn tê nivîsin û dikevin nava navên nemiran. Bê guman

hunermedê nemir Tehsîn Taha yeke ji wan

şanaziyan(îftîxaran) ku sed heyf gelek zû xatirê xwe ji me

xwast.

Tehîn Taha di 25 ê nîsana sala 1941 an li Amêdiyê

hatiye dinê, Bavê wî Teha Mihemed bi xwe yek bû ji

deng xweşên nava şahî û dawetên şarê Amêdiyê û gundên

der û dora wê. Ji ber vê hindê zû bi deng xweşiya kurê xwe Tehsîn hesiya û

hemî pêwîstiyên xwîndinê ji bo wî amede kirin. Destê wî digirt heya dibire

dibistanê. Bi vî rengî teşvîqa bavê wî û tesîra deng û awazên hunermendê nemir

Miheme Arifê Cizîrî bûn sebeb ku bi giranî li ser dersa xwe raweste, di dawiya

sala 1958 an de di Radiyo ya Bexdayê de yekem strana xwe “Eşkere nakim”

tomar kir û gihande guhê gelê xwe li hemû Kurdistanê. Evîna wî tenê ji bo

stranê nebû, belkî wî dixwast bi Hunera “şanoyê” jî bi şiklekî vekirîtir derd û

kulên bindestiya gelê xwe nîşanî herkesî bide, ji ber wê hindê piştî kuta kirina

xwandina xwe ya xwîndingehên seretayî(we ragirtina diplomê) di zankoya

hunerê bedew ya bajarê Bexdayê lîsansa Teatirê jî xelas kir û li sala 1960 ê di

bararê Maxmurê de dest bi dersbêjiya mûzîkê kir û gelek şagirtên baş perwerde

kirin. Di çaxê ders xwîndine de ji ber çalakîyên xwe yên siyasî û helwesta

Kurdatiyê çend caran hat girtin û îşkence û tedayê giran lê hatin kirin. Di sala

1961 ê piştî geşbûna agirê şoreşê li başurê Kurdistan, Tahsîn Tahay dîsa di gel

hevalên xwe di mîtîngekê da ser parastiya organîzasyona meşa xwendeva li

Zaxo kirin û dîsa jî hate girtin, piştî dîtina zahmetiyên pir zêde hat berdan û yek

rast xwe gehande nava refên pêşmergayan li herêmên azad kirî de. Di dawiya

sala 1963 an neçar ma vegerî mala xwe û dîsa hat girtin. Li sala 1964 ê de azad

bû, di jiyana zîndanê de jî nedisekinî û bi çê kirina stranên bi naveroka xwe

dewlemend xebata xwe didomand. Wî bi zimanê mûzîkê şerê dijmin dikir.

Strana “Dê hatin bihar” li zer zarê wî di nav gel de belav bû. Bi vê stranê da

diyar kirin ku azadiya gelê kurd yê rojekê çêbibe û dibî ji bo azadiyê bihakî

giran bê pêşkêş kirin. Gelek hunermend û deng xweşên paye berz di nava civata

hunermendên me de hebûne û niha jî hê jî hene, lê ew kesên ku binaxiyek ji bo

vê pêwistiya girina civakî saz kiribin, mixabin pir kêmin.Tehsîn Teha di van

salane derket nav qeda hunera mûzîka kurdî, lê ne bi wan şîweyên berê, belî di

xorçikê wî de tiştên nû hebûn, bi wateyek din mizgînî hunerê mûzîka nûjena

kurdî bû, mîna mamostê Qedrî Can û Goran ku şêîra kurdî ji qeyd û zincîrên

“qafiye û beytan” xilas kirin û ew derbasî rûpelak din yê jiyanê kirin, Tehsîn

Taha jî ji bona hunermendên kurd riyeka nû vekir ku di nava nivşê nû giheştîyê

wê demê de bi heycanek bê nimûne hat estîqbal kirin û riya wî berdewam kirin,

di demeka kin de stranên wî giheştin hemû deverên Kurdistanê û nav û dengê wî

640

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!