08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

hunermendên kurd. Ger tu vê bikî, ger tu bi biryar bî, mimkun e ku ev bibe,

loma divê tu bistirê”

Firat Cewerî: Kê ev ji te re gotin, kê xwest ku di bidî ser riyeke wilo?

Şivan: Dost û hevalan gotin, lê di serê min dea jî ev tişta hebûn. Wan gotin, divê

tu van tiştên di serê xwe de bikî, ev tişt rast in, çima tu nakî? Wan gotin, ger tu

bi vî awayî dest bi stranê bikî, wê gelê kurd bi pêş bikeve.

Firat Cewerî: Ev kesên ha siyasî bûn? Ji çi partî û rêxistinan bûn?

Şivan: Belê, siyasî bûn Ew ji tevgera DDKD bûn. Sempatizanê Partiya

Demoqratê Kurdistana Îraqê bûn. Ji her rêxistin û partiya hebûn. Navê hineka

hîng di bîra min daye, Mehmûd Nedîm Kaya ji Kaxtê bû, rehmetî Ferît Uzun

bû, Mehmûd Çikman bû.

Firat Cewerî: Ez dixwazim dîsa bêm ser hunermendiya te. Tu kengî ji

civata heval û hogiran derketî û te ber bi cîhana profesyonalîzmê ve gav

avêtin? Yanî cara pêşî tu kegî û li ku derketî ser sehne yê ji bo te hîseke

çawan bû?

Şivan: Min ev pirsa te di kitêba Mahmûd Baksî ya bi navê “Şivanin Sevdasî” de

bersivandiye, lê ez dîsa bibersivînim. Rast e, min berê di nava heval û hogiran

de distira, ez dernediketim ser sehneyê. Lê min carnan, di dema xelasoka lîseyê

de, li henberî xwendevanan û mamosteyan distira. Ger ew sehnê were hesêb, ez

derdiketim ser sehneyê jî. Kêfa wan gelek ji dengê min re dihat û digotin, çima

ew nabe hunermend û kasetan çênake?

Her çiqas di destpêkede hejmara guhda û temaşevanên min ne bi deh hezaran ba

jî, lê gava ku ez derdiketime û min stran gotine, mîna bûyarekê bûye, temaşevan

coş bûne û kêfa wan pê bi dengê min hatî û wan ez li ser destên xwe gerandim.

Bi vê teşwîqa wan kêfa min jî gelek hat, û ji min kaset xwastin.

Yanî min li derekê stran bigota, tavila bala xelkê dikşand. Dengê min xweş bû,

zirav bû, zelal bû, dinhurî bû. Milet pir lerza dengê min hez dikir. Lê ez bi xwe

di nava lêgerînekê de bûm, gelo ez çawan bibêjim, hevalên min ji min dixwazin

ez bibêjim, lê ez çawan bibêjim. Gelo ez jî mîna kevnehunermendên kurd

bibêjim, mitribiyê qebûl bikim û lê şexsiyeta xwe û hunermendiyê negerim an jî

ez hunermendiyeke bi şexsiyet ava bikim. Ez bi xemgînî dibêjim ku gelek

hunermendên kurda qereçitî kirine, dengbêjî giş birçî ne, şaxsiyeta wan du peran

nake. Wekî mînak em dikarin Mirado bi bîr bînin; wî bi dilê xwe digot, pir xweş

digot, lê qîmeta wî mîna hunermenda zêde tune bû. Wê hertim hinek rûniştina, ji

xwe re vexwarina û bigota, ka mirad, ji me re bistirê, hunermendiya kurdî jî

mîna gelê kurd pêrîşan bûbû, lewitî bû. hunermendiya kurdî ev bû. Gava tu rabî

bi tirkî jî bistirê, hingî şexsiyet namîne. Loma min nedixwast ez bi tirkî bistirêm.

603

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!