08.01.2013 Views

Stran: L - Z

Stran: L - Z

Stran: L - Z

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

ked û cefaya pîroz bikim... heger ewladekî bi kêr û xêr be, pêwîste ku rêwî û

evîndarê paşerojê be, ji bo vê rêwitiyê afirandêrê hêviyên pîroz ên mirovahiyê

be...” Îca xwe mîna xebatkar û xizmetkarekî çand û hunera gelê xwe dibînim,!

Navê hunermendiyê ditirsim li xwe bikim! Bêgumane di va xizmetê de, derece û

sewye çî ye, ne çî ye, ew ne ji mafê mine ku ji xwe re bêjim ( sewye û dereca

min ev ...) ji xwe xemek min wisa jî nîne, em di meşa xwe de, li gurî baweriya

xwe dikarin popilîzma cur be cur jî binirxînin! Bi kurtî di van teybetmendiyan

de, merca ku dikare xwedî biryar û pîvan be, Gel e! Helbet, gava mirovek rabe

bêje “ bi rastî tiştên min dixwest çêbikim, êdî min çêkirin...” di baweriya min de,

ew tête wate ya ku êdî tiştê din çêbike nemane! Dîsa bi baweriya min, di hunerê

de, memnûnîtî jî tête wate ya zuhabûnê!

Dikarim dubare bêjim ku kesên bi hunerê re mijûl dibin, di fikra min de ew

seranserî jiyana xwe de, her tim şagirtin.

Me hinek pirs ji xwendevanên xwe jî girtibûn, yek ji van pirsan jî ew bû ku

digotin “ te berê bi şêwayê qesîde jî stran gotine” gelo merev dikare bêje ku

di muzîka te de bandora medreseyê jî heye?

Keko, mîna piraniya kesayetên ku bi muzîka kurdan re mijûl in, di ilm û zanista

muzîkê de, ez jî yek ji wan im, min jî sûd ji perwerdeyek akedemîk negirtî.

Dibîstana min a yekemîn, jiyana civaka min û bandora stranbêjên nifşên ji beri

me bûn, dibîstana min a duyemîn jî Koma Berxwedan bû.

Lê bele di meşa min de, bê guman gelek qonaxên cur be cur hebûn, min jî li gorî

têgihêştina xwe hewl dida ku wan qonaxan di karê hunera muzîkê de

binirxînim... weku mînak, min bi salan û bi awayekî peryodîk cur be cur

muzîkên gelên din jî guhdar dikirin. Ji bilî kilasik û rengane a muzîka kurdî,

muzîka ( farsî, erebî, hindî, ermenî, tirkî, yonanî...hwd) bi salan û bi rengekî

sîstematîk min guhdar kirin, piştî salên dirêj, ew lêgerîn û lêguhêzîn ji bo guhê

min ê hunerî, dibûn dewlemendiyek da ku êdî cudabûna reng û bengan ji hev

nasbikim...

Niha bêjim, keko min di her babetek muzîkê de, li gorî hestên xwe hîs û bandor

dîtî ye, mina ku min berê jî ji we re aşkere kiri bû, min medreseya dînî (olî) ne

xwendiye, ne jî bandorek xwe wisa li ser min he ye, esil bandora medrese yan di

berhemên seyda yê Cegerxwîn de ne, her wisa seyda ji bo min jî, navenda

îlhama hunera kurdî a resene.

Te helbestên seydayê Cegerxwîn jî kirine stran û gotine, weka stiranên “Di

tarîka şeva hicran!!” û ”

ji bona her kesek yarek heye ê me welat yare” gelo derfetên te çêbûn ku tû

Cegerxwîn bibîne?

718

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!